Con Kêrî li Bexdayê ronahîyê dixe ser poştîvanî Emerîkayê bo hikumet a Îraqê
Bi merem a derxistn a piştîvanîyê li Heyder Ebadî serok wezîr ên Îraqê, evro wezîr ê derve yê Emerîkayê bi serdanekê gehişte Bexdayê, ev jî di demekê de ye Îraq hevrûşî tengjeyek a sîyasî û abûrî û şerrê vegirtin a deverên jêr desthilat a Daaişê.
K24- Hewlêr:

Li gor ajans a Royeterz, di ragehandinekê de Con Kêrbî, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîkayê got: Con Kêrî dê ronahîyê bixe ser piştîvanî ya bi hêz a me bo hikumet a Îraqê, ev di demekê de ye ku hevrûşî qebo yên asayîşî û abûrî û sîyasî yên mezin bûye.
Li gor zanyarî yên Kurdistan24 di serdan a şand a Herêm a Kurdistanê bo bexdyê, birayare Con Kêrî li gel Nêçîrvan Barzanî serok ê hikumet a Kurdistanê kom bibe.
Bo gêngeşekirnê li ser pişk a Kurd û guhertin ên di hikumet a Îraqê de çê dibin û pêkhînan a hikumetek a teknûkrat, birayre şand a hikumet a Herêma Kurdistanê bi serokatî ya Nêçîrvan Barzanî serdan a Bexdayê bike.
Ev serdan a Con Kêrî bo Bexdayê, piştî ewê yekê dihê ku di heftî ya bûrî Heyder Ebadî serok wezîr ên Îraqê pêkhate ya kabîne ya xwe ya teknokrat pêşkeşî civet a nwêner ên Îraqê kirîye daku bihê pesinkirn.