Li Sûriyê piştî hilbijartinan destûr tê danîn

Biryare hibijartinên Parlamentoya Sûriyê di13ê vê mehê de werin pêkanîn.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Parlamentoya Sûriyê Mihmed Cîhad El- Leham ragehand ku, piştî pêkanîna hilbijartinên Parlamentoyê, ew dê destûreke nû bo wî welatî were danin.

Derbarê vê mijarê de Serokê Parlamentoya Sûriyê Mihmed Cîhad El- Leham di dema hevdîtinekê li gel şandeke Rûsî re ji kenala Rûsya El-Yewim re wiha got:"Nakokiyên me bi opozîsyona hundirê Sûriyê re nînin, lê em ligel opozîsyona derve nakokin."

El-Leham aşkere kir ku, piştî hilbijartinên Parlamentoyê ew dê destûreke nû pêkbînin, daku miletê Sûriyê dengê xwe li ser bide.

Biryare hibijartinên Parlamentoya Sûriyê di13ê vê mehê de werin pêkanîn.