Netewe yên Hvegirtî ji rewş a koçber ên Îraqê nîgerane
Netewe yên Hevgirtî, nîgeranî ya xwe nîşan da ji rewş a koçber ên Îraqê û ragehand: Koçber ên Îraqê di rewşek a xirab de ne.
K24- Hewlêr:
Netewe yên Hevgirtî, nîgeranî ya xwe nîşan da ji rewş a koçber ên Îraqê û ragehand: Koçber ên Îraqê di rewşek a xirab de ne.
Li gor amar ên Netewe yên Hevgirtî li Îraqê hijmar a koçberan gehiştîye nêzîkî 3 milyon û 300 hezar keswan.
Li gel evê yekê jî hinartî yê Netewe yên Hvegirtî li Îraqê, nîgeranî ya xwe nîşan da ji rewş a koçberan û got: Koçber di jîyanek a diwar de ne û rewş a wan xirabe.
Li gor zanîyarîyan Netewe yên Hevgirtî, piranî ya wan koçberan xelk ên parîzgeh ên Mûsil û Enbarê ne û 70% ji wan li naverast û bakûr a Îraqê akincî bûne û nêzîkî 27% li Herêm a Kurdistanê û 3% li başûr.
Piştî ku Daişê li sal a 4014 dest xistîye ser her yek jib ajar ê Mûsil û Enbarê piranî ya koçberan hevwelatîyan koçberî Herêm a Kurdistanê û naverast a Îraqê.
Herçende Rûmadî hatîyr kontirolkirin ji alîyê hêz ên Îraqê, belê bi eger a kavilbûn a wî bajarî, koçber neşîyane vegerin.