Ebadî: Ew a li perlem a Îrqê heye, fewzaye.

Serok wezîr ên Îraqê, Heyder Ebadî, ragehand, ew a di Civat a Nwêneran çêbûy, hezaze (fewza) ya sîyasî bû.

K24- Hewlêr:

Serok wezîr ên Îraqê, Heyder Ebadî, ragehand, ew a di Civat a Nwêneran çêbûy, hezaze (fewza) ya sîyasî bû.

Ebadî di peyamekê de duhî êvarî hilwêsta xwe derbirî li ser bûyer ên Civat a Nwêner ên Îraqê û got: Ew a di perlemanê de çêbû hezaze ya sîyasî bû û çi peywendî bi pirose ya çaksazîyê ve nebû.

Got jî: Nabe rê bihê dan Îraq bikeve rewşek metirsîdar û valahî durist bibe.

Herweha got: Em li ser pirose ya çaksazîyê dê berdewam bibîn û em li ser rêyek a durist pêngavan dihavêjîn û pêngav ên xwe jî li ser binema yên destûrî pêngav ên dihlînîn. Xuya jî kirk u wîç lîstek a taybet bi wezîr ên berijar ên kabîne ya hikumet ayeknokrta amade kirîye.

Di danîştin a duhî ya Perleman a Îraqê wek dû roj ên berî wê, qelebalix û dengedeng bû, nemaze piştî Meşan Cebûrî, daxwazek pêşkeş kir bo destvekişandin a her sê serokatîyan ji kar.

Li 12yê Nîsanê, hijmarek ji perlemantaran wek nerazî derbirînekê li beranber pêkhateya kanbîne ya hikumetê û pêngav ên çaksazîyê di nav perlemanê de man girtibûn.

Mangirtîyan di destpêkê de tenê ji pêkhate û çaksazî yên hikumetê nerazî bûn, lê dûv re wan daxwaz a guhertin a her sê serokatîyan kirin.

Hijmarek ji mangirtî yan bi serokatî ya Ednan Elcenabî kom bûn daku biryarê li ser çarenivîs a serok ê Perlmanê û deste ys serokatî ya perlemanê bidin.

Serok ê demkî yê mangirtîyan biryardan subehî kombûnek a din bikin bi merem a yek alîkirin a pirs a serok perlemanê û deste ya serokatî ya perlemanê.