Cibûrî: Ew a li Perleman a Îraqê çêbûy bandor nabe li ser danîştin ên dahatî
Di karvedanekê de Selîm Cibûrî, serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê di kongireyek a rojnamevanî de ragehand: Îraq bi rewşek a metirsîdar re dibûre, û pêdivîye rewş a Îraqê biparêzîn.
K24- Hewlêr:
Di karvedanekê de Selîm Cibûrî, serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê di kongireyek a rojnamevanî de ragehand: Îraq bi rewşek a metirsîdar re dibûre, û pêdivîye rewş a Îraqê biparêzîn.
Selîm Cibûrî di kongireyek a ronamevanî de ragehand : Îraq bi rewşek a metirsîdar re dibûre û pêdivîye Em rewş a Îraqê bihê parazîn û perleman pişkek be ji çareserî ya arîşeyan.
Herweha Cibûrî ragehand jî: Li roj a Şembîyê perleman dê kombûn a xwe ya asayî encam bide û ew a çê bûy bandor a xwe li ser danîştin ên Perlemanê nabe.
Herweha Cibûrî neveşart ku hinek alî bi ecinda yên taybet kar dikin û wan divên rewşê bo berjewendî ya xwe bikar bihînin.
Di pişkek a dî ya axivtin ên xwe de, serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê tekez kirk u rêje ya yasayî ya danîştin a perlemantar ên mangirtî ne temam bûye, lew kombûn a wan ne yasayîye.