Wezîr ê Bervanî ya Emerîkayê gehişte Baxdayê
Wezîr ê berevanî ya Emerîkayê, Aşton Karter, evro Dûşembîyê gehişte Bexdayê û biryare li gel berpirs ên bala yên Îraqê kom bibe û pirs a şerr ê dijî Daişê gêngeşe dike.
K24- Hewlêr:
Wezîr ê berevanî ya Emerîkayê, Aşton Karter, evro Dûşembîyê gehişte Bexdayê û biryare li gel berpirs ên bala yên Îraqê kom bibe û pirs a şerr ê dijî Daişê gêngeşe dike.
Ev seerdan a Aşton Karter di mîyan ageştekê dey e bo çend welat ên dever a Rojhilat a Navîn.
Hevdem li gor ajans a nûçe ya Royterz, çend berpirsek ên Emerîkayê ragehandine ku wezîr ê bervanî ya Emerîkayê li gel serok wezîr ên Îraqê, Heyder Ebadî û wezîr ê berevanî ya Îraqê, Xalid Elûbeydê dê kom bibeb bo gêngeşekirinê li ser wan harîkarî yên serbaz ku dibe Emerîka pêşkeşî Îraqê bike.
Ev di demekê de ye serkirde yên sçyasî û fermandar ên serbazî yê Îraqê behs a nêzîkbûn a dem a destpêkirin a hêriş a rizgarkirin a Mûsilê dikin ku pêgehek a serekî ya Daişê ye li Îraqê.
Hevdem şerr ê sûpa yê Îraqê û hêz ên asayîşî li gel çekdar ên Daişê li parêzgeh a Enbarê, li rojava ya ewê welatê berdewame û hikumet a Îraqê jî dibêje, hêz ên me li Enbarê berdewam pêşve diçin.