Ebadî daxwaz ji Perlemanê dike, deng li ser hevwarkirin a hikumetê bide

Serok wezî rên îraqê, Heyder Ebadî, evro Dûşembîyê daxwaz ji perleman a welat ê xwe kir di roj ên dahatî de kom bibe û deng bide bo hevwarkirin a hikumetê û çareseryî vedîne a wan asteng ên hevrşî Îraqê bûne.

K24- Hewlêr:

Serok wezî rên îraqê, Heyder Ebadî, evro Dûşembîyê daxwaz ji perleman a welat ê xwe kir di roj ên dahatî de kom bibe û deng bide bo hevwarkirin a hikumetê û çareseryî vedîne a wan asteng ên hevrşî Îraqê bûne.

Heyder Ebadî di ragehandinekê de, got: Em gelê xwe ku daxwaz a çaksazîyê dike diltanah dikin, Em dê berdewam bîn li ser evê rêyê û bi palpiştî ya hewe ku cihê rîzek a bê dawîye.

Ebadî got jî: Hevwarkirin a hikumetê tenê bazneyeke di nav zincîre çaksazî yên giştgîr li ba guhertin deste yên serbixwe û nehêlan a encamdan a kar ên bi wekalet, bo amadekarîyê bo destnîşankirin a kes ên bi şîyan û xwedî ezmûn dûr ji dabeşkarî ya sîyasî bi berçavgirtina çîn ên cûda yên gel ê Îraqê.

Serok wezîr  ên Îraqê amaje  bi wê yekê kir, ez li bend a Civat a Nwêneran me ku rol a xwe li yasadanan û çavdêrîkirin a temam bogêre û deng li ser hevwarkirin a hikumetê bide di roj ên dahatî de, bi leztirîn dem û di qonaxwek dî de, deng li ser deste yên serbxwe bide.

Heyde Ebadî ew jî got: Şerr ê dijî Daişê li gel wan asteng ên asayşî  û abûrî ku hevrûşî Îraqê bûne pêdivî bi yekxistin a hewlane bo bûrandin a wan û rizgarkirin a gel ê me ji bandor ên ewê rewşê li ser abûrî ya Îraqê.

Xwepîşandan ên ALîGIR Ên rewta Sedir li Bexdayê berdewame û daxwaz encamdan a çaksazîyê dikin di dezgeh ên hikumetê de, di demekê de ku yek roj maye ji wê dem a raber ê Rewt a Sedir  bo Ebdaî danay , serok wezîr ên Îraqê daku hikumet a teknokrat bi ragehîne.

Hevdem mangirtin a pişkek a ji perlemantar ên Îraqê di nav avahî ya perlemanê de li Bexdayê berdewame û daxwaz a pêkhînan a hikumetek a teknokrta dikin li gel berengaqrîbûn a gendelîyê.