Perleman a Îraqê kombûn a evro hilawîst

Biryar bû evro kombûn a perleman a Îraqê bihê encamdan, lê demekê berî niha serokatî ya perlemanê kombûn a xwe bo roj a Pêncşembîyê hilawîst.

K24- Bexda:

Biryar bû evro kombûn a perleman a Îraqê bihê encamdan, lê demekê berî niha serokatî ya perlemanê kombûn a xwe bo roj a Pêncşembîyê hilawîst.

Peyamnêr ê Kurdistan24 ji Bexdayê, ragehand: Evro kombûn a perleman a Îraqê  nahê encamdan û serokatî ya perlemanê kombûn a xwe bo roj a Pêncşembîyê hilawîst.

 Nûçegihanê Kurdistan 24 ji Bexdayê got: li ser pêûnîyaz a serok komarî li gel perlemantar ên mangirtî rêkkvetibûn ku Sedûn Dileymî, kombûnê bi rêve bibe, lê dem a perlemantar çûn jûr, perlemantar ên mangirtî poşman bûn û gotin Em li ser evê yekê ne rêkevtîne, lew perlemantar ên firaksyûn ên Kurdî her zû ji hol a perlemanê derkevtin û dûv wan jî re firaksyûn ên Sûnne, Turkuman û Mesîhî jî hol a perlemanê bicih hêan.