Peymangeha Bedirxan bi sedan şagirt fêrî Zimanê Kurdî kirine

Li Rojavayê Kurdistanê derfet ji avakirina gelek dezgeh û saziyan re hate dayîn, ku di riya wan re gelek sûd û perwerde bo xelkê hatine pêşkêş kirin. Yek ji wan jî peymangeha Bedirxan li bajarê Dêrikê ye. Rêvebirên wê didin zanîn ku ji dema hatiye damezrandin ji beriya 4 salan ve bi sedan xelk tê de hînî Zimanê Kurdî bûne, ji bilî amedekirina xulên zimanê Inglîzî û bidestxistina bi dehan pirtûk bo mêvan û şagirtên peymangeha Bedirxan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ec9602a8-e935-4fa1-9bdf-069b9b254a03/peymangeh-derik.ism/manifest

K24 – Dêrik

Li Rojavayê Kurdistanê derfet ji avakirina gelek dezgeh û saziyan re hate dayîn, ku di riya wan re gelek sûd û perwerde bo xelkê hatine pêşkêş kirin. Yek ji wan jî peymangeha Bedirxan li bajarê Dêrikê ye. Rêvebirên wê didin zanîn ku ji dema hatiye damezrandin ji beriya 4 salan ve bi sedan xelk tê de hînî Zimanê Kurdî bûne, ji bilî amedekirina xulên zimanê Inglîzî û bidestxistina bi dehan pirtûk bo mêvan û şagirtên peymangeha Bedirxan.

Di karê xwede mamoste û karmendên peymangeha Bedirxan rastî gelek kêş û zehmetiyan tên, ji wan ku ti karînên madî li cem wan tune ne. Karmendên wê tekez jî dikin, ku tevî van karînên biçûk lê ew karê xwe bipêş dixin û dê karê xwe firehtir bikin, ta hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê sûd jê bigirin.

Hêviyên karmendên peymangeha Bedirxan roj bi roj mezin dibe, da ku peymangeha bedirxan bibe mîna zanîngehekê bo Zimanê Kurdî.