Avahîsazên Kurd li Enqerê li dijî şer banga aştiyê kirin

Di serî de Sûra Diyarbekirê ya xwedî dîrokek qedîm bi şûnde jî li Cizîrê ew avahiyên dîrokî serûbin bûn. Avahîsaz û ekolojîstên Kurd hatin Enqerê û civaka Tirkiyê derbarê vî şerî de agahdar kirin û bang li civakê kirin da ku pireke aştiyê di navbera Enqere û Sûrê de bê danîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1865d9dd-e1a2-4ecf-9591-af5f55422b58/SurPirAshti.ism/manifest

K24- Enqere

Di serî de Sûra Diyarbekirê ya xwedî dîrokek qedîm bi şûnde jî li Cizîrê ew avahiyên dîrokî serûbin bûn. Avahîsaz û ekolojîstên Kurd hatin Enqerê û civaka Tirkiyê derbarê vî şerî de agahdar kirin û bang li civakê kirin da ku pireke aştiyê di navbera Enqere û Sûrê de bê danîn.

Şerê ku di Tîrmeha sala 2015an de dest pê kir, ligel bajar û bajarokên dîrokî yên li Bakurê Kurdistanê rê li ber hilweşandineke mezin vekir. Li Sûra Diyarbekir bi hezaran avahiyên dîrokî ji ber topbaran û şer û pevçûnan hilweşiyan. Ji bo vê trajediyê ya van bajaran ji civaka Tirkiyê re vebêjin, avahîsaz û ekolojîstên Kurd hatin peytexta Tirkiyê Enqerê û bi navbeynkariya "Platforma Aştî ji Herkesî re Divê" dengê xwe bilind kirin. Herwiha bang li civakê kirin ku ew li hemberî vî şerê ku ne tenê mirovan di heman demê avahiyên kevnar jî bi xwe re hildiweşîne rawestin.

Li gorî daneyan heta niha bi tenê li Sûrê 595 avahiyên dîrokî yên tomarkirî hilweşiyane. Ji wan332 avahiyên tomarkirî li taxên ku bi mehane lê derketina qedexeya kolanan hatiye îlankirin e. Lê li derveyî agahiyên fermî heta niha zêdetirî hezar avahiyên dîrokî bi tenê libajaroka Sûrê ji binî ve hilweşiyane.

Avahîsaz Herdem Dogrul ji K24ê re got: “Şer malxirabî ye. Kesî ji şer xêr nedîtîye. Em mecburin ku denge xwe bigîhînin hev û vê xetê ava bikin. Şer sivîlan nas nake îradê qebûl nake ji ber ku dewlet dewlet e demokratik nîn e. Her çiqas em bibêjin şer naxwazin, naxwazin ku ev avahî hilweşin jî kes li me guhdarî nake. Her çiqas zor û zehmetî hebin girtîn jî çê bibin îxtîmale kuştin jÎ çê bibin di her wextî de mecburin aştiyê biparêzin.”

Herwiha li gorî agahiyên fermî yên nû Mizgefta Dîrokî ya Hecî Hemît, Kinîseya Ermenan ya Katolîk, Himama Paşa û mala roman nivîsê navdar yê Kurd Mehmed Uzun jî di navê de ev avahiyên dîrokî ji binî ve hilweşiyan e.

Endamê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Onder Ozbey di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Bi qasî salek berê bû, dema ku şer dest pê nekiribû, dest bi şewata daristanan kiribûn. Dest bi derketina qada cihê ku heywanan lê mezin dikin cihê merayan qedexe kiribûn. Ev yek jî dide nişan ku naxwazin mirov jiyana xwe li wê derê berdewam bikin.Dibêjin peşî ekolojiyê ji bînî rakin, ekolojiyê tahrip bikin da ku mirov nikaribin jiyana xwe berdewam bikin. Di salên 90î de jî û divê sala dawîn de jî em vê yekê baştir dibinin."

Herwiha li Cizirê jî ji ber şer hilweşîneke gelek mezin pêk hatiye. Li gorî avahîsazan li Cizîrê 12 hezar avahiyan zirareke mezin dîtiye. Dîsa hezar xênî ji bînî ve hilweşiyane. Hejmara avahiyên dîrokî yên li Cizîrê ku hilweşiyan e, her çiqas ne diyar be jî li gorî agahiyan li dora 300 û 400î ne. Li aliyê din li gorî avasaziyan ji bilî zirara hilweşîna xaniyan her zirar an avamalekê ku cihê şer lê heye li dora 8 hezar dolarî ye.