Hakan Fîdan: Vegera şer tenê wêrankariyê zêdetir dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di konferanseke rojnamevanî ya hevpar de ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî, tekez li ser pêdivîtiya bidawîanîna şer û wêrankariyan li deverê kir.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) ragihand: "Bikarneanîna Tengava Hurmizê wekî çek, hem ji bo aramiya deverê û hem jî ji bo aboriya cîhanê xwedî girîngiyeke mezin e.”
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa got: “Em hêvî dikin ku Tengava Hurmizê bê vekirin û azadiya hatin û çûna deryayî tê de parastî be. Şer ne çareserî ye û tenê wêrankariyê bi dû xwe de tîne. Em hemî bizavên xwe dikin daku bigihîjin çareseriyekê ji bo bidawîanîna şer."
Hakan Fîdan eşkere jî kir: "Vegera şer tenê wêrankariyê zêdetir dike. Ev pêşveçûnên ku em li deverê dibînin dibin sedem ku em zêdetir ligel Qeterê di nav şêwir û piştgiriyê de bin.”
Navborî herwesa ragihand: “Em piştgiriyeke mezin didin wan danûstandinên ku Pakistan serkêşiya wan dike, ji ber ku em her du alî jî dixwazin şer raweste." Wezîrê Derve yê TirkiyeyêHerwesa tekez li ser helwesta Pakistanê kir û hêvî xwest ku hewildanênbizavên wê yên ji bo rawestandina şer berhemdar bin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di pareke din a daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê kir ku Îsraîl bûye pirsgirêkeke ewlehiyê ya cîhanî û got: "Ez li benda wê yekê me ku raya giştî ya cîhanê li dijî siyasetên Îsraîlê bisekine."