Mezlûm Ebdî: Leyla Qasim mînaka serbilindî û rûmeta jina Kurd e
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de peyamek belav kir û tê de tekez li ser berdewamiya têkoşîna li ser şopa wê kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê ragihand: "Leyla Qasim, keça Başûrê Kurdistanê, mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd e, ku bi hevalên xwe re rûmeta Kurdan parast."
Mezlûm Ebdî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser qehremaniya jinên Kurd û got: "Em Leyla û hemû jinên ku di rêya azadiyê de canê xwe dane, bi bîr tînin. Em ê li ser şopa 'Bûka Kurdistanê' têkoşîna azadiyê bidomînin."
Leyla Qasim di 12ê Gulana 1974ê de ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve hatibû sêdaredan û wekî jina yekê ya Kurd ku di pêvajoya têkoşîna rizgarîxwaziya Kurdistanê de hatî sêdaredan, di dîroka Kurdistanê de cîhekî taybet digire.
Leyla Qasim, keça Başûrê Kurdistanê, mînaka serbilindî û serfiraziya jina Kurd e, ku bi hevalên xwe re rûmeta Kurdan parast.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) May 12, 2026
Em Leyla û hemû jinên ku di rêya azadiyê de canê xwe dane, bibîr tînin.
Em ê li ser şopa “Bûka Kurdistanê” têkoşîna azadiyê bidomînin.