Yasayek a giştî bo rêkxistin a kar ê rojnamevanîyê li Kudistanê nîne.
Di bîrewerî ya 118mîn salvager a rojnamevanî ya Kurdî de, rojnamevan û pispor ên bwar ê mêdyayê, rexne li yasa ya rojanemvanîyê digirn li Herêm a Kurdistanê. Bi nerîn a wan jî ast a rojnamevanîyê li Herêm a Kurdistanê negehiştîye ast a welat ên rojava, lê li ast a welat ên deverê di pêşkevtinek a baş de ye.
K24- Hewlêr:

Neqîb ê rojnamevan ên Kurdistanê, bi pêdivî dizane yasayek a giştî bo bwar ê mêdyayê li Kurdistan bihê derxistin.
118 sal bi ser derçûn a yekem rojname ya Kurdî dibûre, bi yasa kar ê rojnamevanîyê jî li Herêm a Kurdistanê hatîye rêkxistin. Belê wek rojnamvan dibêjin, kar ê rojnamevanîyê ji alîyê yasayî ve arîşe nine, ew arîşe yên hene ji encam a cihbicihkirin a madde ya yasa ya rojanamevanîyê ye.
Şarezayek ê bwarê mêdyayê jî, weha dibîne ku azadî ya ra derbirrînê û kar ê rojnamevanîyê li ast a welat ên rojava nine, lê li ast a welat ên deverê pêşkevîye.
Li ser rewş kawdan ên kar ê rojnamevanan , neqîb ê rojnamvan ên Herêm a Kurdistanê, dibêje: Li Herêma Kurdistanê yasa ya giştî ya kar ê rojnamevanîyê nine û berê jî hewl dane evê yasayê niderxînin, lê bi eger a milmilanê ya sîyasî nekarîne ewê yekê encamp bidin.
Li gor amar ên Sendîka ya Rojnamevan ên Kurdistanê, 231 rojaname û 591 govar hatîne tomarkirin. Ji vê hijmarê tenê 12 rojname û 34 govar didekevin.
Her li gor amar a Sendîkayê, 27 kenal ên asmanî, 83 kenal ên lokalî û 90 radyo li Herêm a Kurdistanê weşan hene û hey despêk a ev sal 8 hezar rojnamevan, nav ê wan hatîye tomarkirin li Sendîkayê, ku li gro raporteka pirês Mêdîya, tenê 2000 rojnamevan bi kirok kar dikin.