Wezareta Navxwe 9 biryarên nû bo parastina jîngehê derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo parastina jîngehê û rûbirûbûna her binpêkirin û zêdegaviyeke li ser xwezaya Kurdistanê, hejmareke rêkarên nû û tund ragihand, ku ji 9 xalên sereke pêk tê.
Di çarçoveya karnameya kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û ji ber giringîpêdana taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pirsên jîngehdostiyê û parastina saman û seerwetên xwezayî, Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hejmareke biryarên girîng ji bo aliyên peywendîdar derxist.
Ev biryar piştî hejmareke civînên berfireh û dirêj di navbera Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed bi Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê, Desteya Parastin û Çarekirina Jîngehê, parêzgaran û Serperiştên Rêveberiyên Serbixwe de hatin derxistin.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed îro (Sêşem, 12ê Gulana 2026ê) bi nivîsara fermî ya hejmar 13788 û li gorî wan desthilatên qanûnî yên ku bi wî hatine dan, ew biryar pêşkêşî dezgehan kirin, daku yekser dest bi bicihanîna van 9 biryaran bikin:
Kurtiya 9 Biryarên Wezareta Navxwe:
1. Guhertina Naylon bi Kaxezê: Piştevanîkirina bikaranîna kaxezê li şûna naylon û şûşeyan di pêdiviyên rojane de û piştgirîkirina kargehên kaxezê.
2. Çavdêrî û Cezakirin: Çavdêrîkirina tund a bicihanîna rênimayên jîngehê bi hevkariya hêzên Asayîşa Navxwe û cezakirina binpêkeran.
3. Cezayê Darayî heta 8 Mîlyon Dînaran: Dana desthilatê ji bo fermangehên jîngehê yên li parêzgeh û rêveberiyên serbixwe, daku cezayê darayî heta (8,000,000) heşt mîlyon dînaran li ser binpêkeran bibirin.
4. Tîmên Gerok li Cihên Geştiyarî: Pêkanîna tîmên hevpar (Polîs, Asayîş, Polîsên Daristan û Jîngehê) ji bo geriyana li cihên geştiyarî û cezakirina yekser a wan kesên ku jîngehê pîs dikin.
5. Berfirehkirina Komîteyan: Zêdekirina nûnerên Wezareta Çandiniyê û Rêveberiya Bersivdana Krîzan ji bo nav komîteyên parastina jîngehê.
6. Civînên Mehane: Raspartina parêzgar û serpereştiyarên rêveberiyên serbixwe ji bo lidarxistina civînên mehane û tundkirina kempeynên hişyarî û çavdêriyê.
7. Rakirina Zêdegaviyan: Pêkanîna komîteyên taybet li ser asta parêzgeh, qeza û nahiyeyan ji bo rêgirtin û rakirina her zêdegaviyekê li ser milkê dewletê, daristan û çavkaniyên avê.
8. Qedexekirina Şewitandina Perêzê: Qedexekirina şewitandina bermayîkên çandiniyê û perêzê piştî werzê dirûnê, bi merema parastina zîndeweran û rêgirtina li şewatan.
9. Rola Medyayê: Raspartina dezgehên medyayî ji bo belavkirina hişyariya jîngehê û nasandina qanûn û cezayan ji bo welatiyan.