Kurdek bo Civat a Şaredarî ya Beyrûtê hat berbijarkirin.
Bo car a yekê li ser lîst a (Elimusteqbel- Ayînde) ya Lubnanî, kurdek dihê berbijarkirin bo wergirtin a kursîyekê di civat a şaredarî ya Beyrûtê de.
K24- Hewlêr
Bo car a yekê li ser lîst a (Elimusteqbel- Ayînde) ya Lubnanî, kurdek dihê berbijarkirin bo wergirtin a kursîyekê di civat a şaredarî ya Beyrûtê de.
Rojname ya Alheyat a Seûdîye balvkirîye, niha Seed Herîrî, serok ê Rewt a Elmusteqbel hewl ên xwe çirr kirîne bo amadekirin a lîstekê bo Civat a Şaredarî ya Beyrût a paytext a Lûbnanlê.
Li gor raport a rojname ya Elheyat, ev berbijar ê Kurd, nav ê wî Ednan Ûmeyrat e û bo wergirtin a korsîyek a Şaredarî ya Berrûtê, li ser lîst a Elmusteqbel hatîye berbijarkirin.
Li gor zanyarîyan, di hefte ya dahatî de ew lîst a 24 kesî dê bihê ragehandin, ku berbijar ên wê bi ser hemû ol û rêçik ê ewî welatî re hatîye hatîye pişikkirin û Musilman û Kirstyan jî têde hene.