Kombûn a Perleman a Îraqê dest pêkir û dû pirsan gêngeşe dikin
Kombûn a Civat a nwêner ên Îraqê bi serokatî ya Selîm Cibûrî evro hat bestin, û nşçegihan ê Kurdistan 24 ji Bexday, ragehand: Rêje ya yasayî ya kombûnê temam bûye.
K24- Bexda:
Kombûn a Civat a nwêner ên Îraqê bi serokatî ya Selîm Cibûrî evro hat bestin, û nşçegihan ê Kurdistan 24 ji Bexday, ragehand: Rêje ya yasayî ya kombûnê temam bûye.
Nûçegihanê Kurdistan24 di nav Civat a Nwêner ên Îraqê de, li Bexdayê ragehand: Kombûn a Civat a Nwêner ên Îraqê dest pêkirîye û rêje ya yasayî ya amadebûn a perlemanê, temam bûye.
Herweha Got: Heyder Ebadî, serok wezîr ên Îraqê, çûye di nav a hol a kombûn a Civat a Nwêneran de û perlemantar ên mangirtî hewldan rêgirîyê li wî bikin, lê Ebadî her çû nav hol a perlemanê.
Nûçegihanê Kurdistan24 got jî: Biryare di evê kombûnê de deng li ser ewî yekê bihêdan, erê deste ya serokatî ya Civat a Nwêner ên Îraqê ( Selîm Cibûrî wek serok û herdû cêgir ên wî) vemîne yan ne.
Herweha got: Di kombûnê de Ebadî, pêkhate ya kabîne ya hikumet a nû ya teknokrat pêşkeş dike dakû deng li ser bihê dan.
Perlemantar ên Kurd jî di kombûnê de pişikdarin û perlemantar ên mangirtî jî hewl didin kombûn têk biçe û temam nebe.