Eşwaq Caf: Malîkî divê vegere û em li hêvî ya Şand a Kurdistanê ne

Eşwaq Caf, endam a Civat a Nwêner ên Îraqê, ragehand: Firakisyûn ên Kurdî, çaverê şand a serkirdatî ya Kurd dikin ku di nîzîktirîn dem de serdan a Bexdayê bikin.

K24- Bexda

Eşwaq Caf, endam a Civat a Nwêner ên Îraqê, ragehand: Firakisyûn ên Kurdî, çaverê şand a serkirdatî ya Kurd dikin ku  di nîzîktirîn dem de  serdan a Bexdayê bikin.

Di hevpeyvînek a taybet de bo Kurdistan 24 , Eşwaq Caf, got; Me divê pişkdarî ya rastekî di hikumetê de bikin lê divê ji me re bihê xuyakirin maf û daxwazî yên dê çawa dibe?

Got jî: Şand pênc alî yên pişikdar di Civat a Nwêner ên Îraqê (ku pêkahtîne ji: Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê, Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, Bizav a Gorran, Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê û Komele ya Îslamî ya Kurdistanê), dê serdan a Bexdayê bikin.

Herweha got me li Emerîkayîyan jî ev behs a evê pirsê kirîye û me daxwaz ji Ebadî kirîye bo me xuya bike erê Em hevpişkîn  yan tenê wan divê Em hijmarek bîn.

Li ser pişikdarî ya firaksyûn a Rewt a Sedir di Civat a Nwêner ên Îraqê de, Eşwaq Caf, got: Me bi Selîm Cibûrî re gotîye.

Xuya jî kir ku Nûrî Malîkî li pişt a wan rûdanan daye  û baştirîn belge jî ewe ku firksyûn a Sedir zanîn Malikî li pişt a wan rûdnane, lew Sedir firksyûn a xwe ragirt û pişikdarî jî di kombûnê de kirin, bi vî awayî jî rê girtin ji neman a Ebadî û vegeran a  Nûrî Malîkî.

Herweha Got: Kurd weha dikare serkevtî be ku alîgir ê destûr û yasayê bibe, evro jî 181 endaman  pişikdarî di kombûn a Civat a Nwêner ên Îraqê kirîne  û şerîyet jî li ba piranîyêye.