Adil El-Cûbêr: Divê agirbest hemû navçeyên Sûriyê li xwe bigre

El-Cûbêr hêvîkir ku, civîna Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistûra derbarê piroseya siyasî li Sûriyê serkeftîbe.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê Adil El-Cûbêr ragehand ku, pêwîste agirbesta li Sûriyê hemû navçeyên wî welatî li xwe bigre, aşkere kir ku, ew hawlên xwe dikin daku qonaxa veguhêz bê ku, ti rola Esed tê de hebe cîbecîbikin.

Derbarê vê mijarê de,Wezîrê Derve yê Erbistana Siûdiyê Adil El-Cûbêr di çarçoveya civîna xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry wiha got:"Tişta ku, li bajarê Helebê çêdibe binpêkirina mafê mirovane tawana şere, herwiha binpêkirina biryarên Neteweyên Yekbûyî ne.Divê agirbesta li Sûriyê hemû navçeyên wî welatî li xwe bigre."

El-Cûbêr da zanîn ku, niha hawlên xwe dikin daku, qonaxa veguhêz li Sûriyê bêyî ku, rola Esed tê de hebe cîbecî bikin.

El-Cûbêr hêvîkir ku, civîna Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistûra derbarê  piroseya siyasî li Sûriyê serkeftîbe.