Barzanî: Pêşmerge hêviya cîhanê bo têkbirina DAIŞê ye

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, Pêşmerge baştirîn hêviyên cîhanê bo şikestina DAIŞê ye.

K24 – Hewlêr

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê radigihîne, Pêşmerge baştirîn hêviyên cîhanê bo şikestina DAIŞê ye.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser rûpela xwe ya tûra civakî derbarê serkeftina îro ya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li Eniya Tilesquf, Başîk û Giwêr, destxweşiya li hêza Pêşmerge kir û ragihand , Pêşmerge baştirîn hêviyên cîhanê bo şikestina DAIŞê ye.

Barzanî di peyama xwe de, serxweşiya xwe arasteyî kesûkarên Pêşmerge û leşkerên Amerîkî kir, ku giyanên xwe bo parastina Kurdistanê dikin qurbanî.

Barzanî dibêje jî, daxwaz ji hêza Hevpeymaniya Navdewletî dike, ku hêza Pêşmerge pirçek bike, bo di zûtirîn dem de, DAIŞê jinav bibe.

Hêzê Pêşmergeyên Kurdistanê îro danê piştî nîvro, êrîşa DAIŞê bajarê Telesquf li rojhilatê Mûsilê têkşikand û bi temamî Kontrol kir.