Azad Cundîyanî: Cihê daxêye hizb a min, nerînek a rûhin li ser pirs a serxwebûnê nîye

Li dûyem konfirans a kolîc a zanist ên mirovanî li zanko ya Silêmanîyê, pirs a Kurd û rêkkevtname ya Sayîkis Pîko gêngeşe li ser hat kirin û hijmarek a sîyasetvanan weha dibînin ki piştî 100 salan ji rêkkevtnameyê, pêdivîye Kurd xwe bo serxwebûnê amade bike û nav mal a Kurd rêk bixe.

K24- Silêmanî

Endamek ê Mekteb a Sîyasê ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK)yê di ragehîne, hizb a wî nerîn a rûhin nîye li ser pirs a serxwebûnê, sikirtêr ê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê jî nerîn a wî ew ku eger Kurd jîrane kar bike delîveyek a zêrîn hatîye pêş wî.

Di hevpeyvînekê de bo Kurdistan 24, Mhemed Hacî Mehmûd, sikirtêr ê Hizba Sosyalîst a Kurdistanê, ragehand: Kurd eger jîrane kar bike, delîveyek a zêrîn hatîye pêşî ya wî, nemze li 30yê/ Nîsan a ev sal em ji Bexdayê hatîn derkirin û ev baûtirîn delîveye ku Kurd êdî nevegre Bexdayê, nav mal a xwe rêk bike û biryar a xw bide û rifrandomê li Kurdistanê encam bide.

Azad Cundîyanî, endam ê Mekteb a Sîyasê ya Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK)yê, li ser kodengîyê bo pirs a rifrandomê û serxwebûn a Herêm a Kurdistanê, rexne li hizb a xwe girt û got: Pêdivîye bi hev re mil bidin ber evê pirsê, cihê daxê ye hizb a min heya niha  nerînek a rûhin nîye li ser evê pirsê.

Ev di demkê de ye, çend caran Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê ragehandîye, divê rifrabdom li başûr a Kurdistanê bihê encamdan daku gel biryar a çarenivîs a xwe bide.