Hêmin Hewramî: PDK ne nîgerane ji rêkevtin a YNK û Gorranê
Berpis ê Meketeb a Peeywendî yê derve ya Partî ya Dîukrat a Kurdistan (PDK)yê, ragehand: PDK ji rêkkevtin a di navber a Bizav a Goran Û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê ne nîgerane û qet bawerr nakîn YNK rêkevtin a li gel BGyê li dijî PDKyê bikar bihîne.
K24- Hewlêr
Berpis ê Meketeb a Peeywendî yê derve ya Partî ya Dîukrat a Kurdistan (PDK)yê, ragehand: PDK ji rêkkevtin a di navber a Bizav a Goran Û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê ne nîgerane û qet bawerr nakîn YNK rêkevtin a li gel BGyê li dijî PDKyê bikar bihîne.
Hêmin Hewramî, berpirs ê peyewendî yên Derveyê PDKyê, di dîdarekê de li gel Kurdistan24, ragehand: Jîngeh a sitratîcî ya nêvdewletî, niha hatîye guhertin, jîngeh a dû bilokîyê nemaye, lew yeke yên ne deweletî, ku Herêm a Kurdistanê yeke ji wan yekeyan, wek herêmek a fidaral, heya niha sîyaset a derve ya xwe heye, li ser binema ya paradîplomasî û portodîplomasî darijtîye.
Got jî: Herêm a Kurdistanê li ser dû astan mamele yên xwe li gel yeke yên nadewletî û dewletî û hemû jîngeh a civak a nêvdewletî pêşxistine, ast a yekê sîyaset a Herêm a Kurdistanê li gel Bexdayê, sîyasetek a berîkanê û milmilanê bûye. Çunku Bexda pabend nebûye bi destûrî. Hinek caran jî em naçar bûne vajî ya sîyaset a navend em diplomasîyet a xwe li ser ast a nêvdewlet bikîn. Me hewl daye li ser astekê be ku asayîşa Herêm a Kurdistanê bihê paraztin û pêşkevtin a Herêmê jî dabîn bike, li ser evê binemayê jî bû ku em nebûyîne pişkek ji ecinde û piroje yên ku li deverê milmilanê hevdû dikin.
Li ser serdan dawîyê ya Co Baydin cêgir ê serok ê Emerîkayê got: Hatin a wî bo Herêm a Kurdistanê giringe, car a sêyê ye cêgir ê serok ê Emerîkayê serdan a Kurdistanê dike, berê Dîk Çînî hatibû û niha jî Co Baydin, ji alî yê dîplomatî ve, ji alî yê çevengî ve û ji alîyê naverokê ve , hatin a wan giringe. Biryar a hikumet a Emerîkayê ku 420 milyon Doalarn bide Herêma Kurdistanê, bo harîkarîkirin a Pêşmerge lêi şerr ê Daişê , berdewamî ya piştîvanî yên serbazî yên Emerîkayê ye bo Herêm a Kurdistanê. Herweha hevahengî ya berdewam a Herêm a Kurdistanê û Emrîkayê bo şerr ê Mûsil û Daişê û bo opirasyûn a taybet, nemaze di navber a Civat a Asayîş a Herêm a Kurdistanê û hêz ên taybet ên Emerîkayê, nîşanû bekgehin ku peywendî yên Herêm a Kurdistanê û Emerîkayê gelek ber bi pêşve çûne.
Hemin Hewramî, amaje bi wê yekê jî kir ku Emerîka baştir ji pirs a niha ya Îraqê têdigiheje, Emerîkayê helbijartin li pêşe, wan nevên evan sîyasetan vajî bikin, ji bo ku sîyaset a wan derkevtin bû ji Îraqê, lê niha navend ên giring ên Emerîkayê şirove yên ayînde ya peywendî yên Herêm a Kurdistanê û Emerîkayê dikin.
Şirovekirinê dikinê bo ayînde ya Îraqê dikin ka daxo Emerîka çi core peywendîyekê wan hebe piştî hilweşan a wê. Berî demekê wan dest bi pirojeyekê kirîne bi nav ê ayînde ya Îraqê û dê salekê berdewam bibe. 25 vekoler ên mezin sîyaset didarêjin daku bizanin Emerîka çawa sîyasetê li gel ayînde ya Îraqê bike. Bi temane li dawî ya ev sal tev nerîn ên sîysî yên xwe bidin serok ê nû yê Emerîkayê daku li gor wê reftar ê li gel Îraqê bike.
Herweha got li ba Emerîkayê ew pirs yek alî bûye ku carek a din nekare Îraqê bike yek. Pirs a mezin a wan ne ew ku Kurdistan serbxwe dibe, ew dizanin dibe, lê pirs a mezin ew Herêm a Sûnne û dever ên wan dê çi bi ser bihê piştî serxwebûn a Kurdistanê. Dê çi bi ser Daişê bihê li wê deverê?
Hewramî li ser rêkevtin a YNK û BG got: Heya niha Me wek PDK rêkkevtin li gel YNKyê heye, lew em qet bawer naikîn YNK rêkevtin a wî li Gorran li dijî PDKyê bikar bihîne. Çunku ew bi xwe dizane ev mijar naîe serî, herweha BG li wê astê nîne ku weha bike, bi vajî ve em dibînî YNK û BG li sinûr ê parêzgeh a Silêmanîyê cemawerek hevpişik heye, hewl bidin ev rêkkevtin, zêdetir bibe maye ya aştî ya civakî li sinûr ê parêzgeh a Silêmanîyê û bi rê ya evê rêkkevtinê PDK baştir bikare bi sanahîtir reftar ê li gel evê rewş a sîyasî bike ew a li Herêm a Kurdistanê.