Endamên ENKSê nikarin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin

Rêveberiya deriyê sînorî Sêmalka ya aliyê Rojavayê Kurdistanê rê nade ku du endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya deriyê sînorî Sêmalka ya aliyê Rojavayê Kurdistanê rê nade ku du endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Endamê Komîteya Pêwendiyê Derve ya ENKSê Fêsel Naso ji K24ê ragihand, ku îro rêveberiya deriyê sînorî Sêmalka ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê rê neda wî û endanê heman komîtê Nimet Dawod ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Herwiha Naso ji K24ê re diyar kir, Rêveberiya Xweser bêyî ku sedem rêgirtinê şaker bikin, rêgirî li wan herduyan kir.

Berî niha jî, Rêveberiya deriyê Sêmalka ya aliyê Rojavayê Kurdistanê rêgirî li Serokê ENKSê Îbrahîm Biro kir, ku nehêşt ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.