Balyozê Îranê serkeftinên Pêşmerge pîroz dike
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îran li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de şanda mêvan pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir bi taybetî yên li Eniya Bakurê Mûsil û gundê Beşîr.
K24 – Hewlêr

Li gor malpera fermiya Serokatiya Herêma Kurdistanê, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Îranê li Iraqê Hesen Danayîfer û şanda pê re Cîgirê Balyoz Muhemed Alî Îshaq û Konsolê Giştî yê Komara Îslamiya Îran li Hewlêr Murteza Îbadî û hejmarek karbidestên Balyozxaneya Komara Îslamiya Îranî li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de Danayîfer pîrozbahiya serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serok Barzanî kir bi taybetî yên li bereya Bakurê Mûsil û gundê Beşîr ku derbeyeke tune li terorîstên DAIŞê hate dayîn.
Herwiha di hevdîtinê de, li siyaset û dîtin û nêrînên welatê xwe yên di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî û guhertinên siyasî hate behskirin.