Rêveberiya Xweser sibe nûneratiya xwe li Almanyayê vedike
Rêveberiya Xweser di 17ê Tebaxa 2015an de, yekemîn nûneratiya xwe li derveyî Rojava li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê vekirbû.
K24- Navenda Nûçeyan
Piştî ku sê welatan, Rêveberiya Xweser li Almanyayê jî sibe nûneratiya xwe ya çarem vedike.
Derbarê vekirina wê nûneratiyê li Bajarê Berlînê ya Almanyayê Nûnera Rêveberiya Xweser li Ewropayê Sînem Mihmed, ji medyaya ser bi Rêveberiyê ve daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Bi armanca bihêz kirina pêwendiyê n di navbera Almanya û Rîveberiya Xweser de sibe em Nûneratiya xwe li bajarê Berlînê vedikin."
Mihmed da zanîn ku, wan hemû rêxistinên sivîl, rêxistinên jinan, rêxistinên mafê mirovan, partiyên siyasî li Ewropayê û Kurdên ku, li wan welatan dimînin bo vekirina nûneratiyê vexwendine.
Rêveberiya Xweser di 17ê Tebaxa 2015an de, yekemîn nûneratiya xwe li derveyî Rojava li bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê vekirbû.