Endamek ê civat a Xurmatû: Heşd a Şeibî ala ya Kurdistanê dihîne xwarê
Çekdar ên Heşd a Şeibî, sê pişk ên bajarok a Xurmatû di dest ên wan de ye piştî rêkkevtinê mal a 5 hevwelatî yên Kurd hatîye şewitandin û ala ya Kurdistanê jî li bajarokê dihînin xwarê.
K24- Hewlêr
Çekdar ên Heşd a Şeibî, sê pişk ên bajarok a Xurmatû di dest ên wan de ye piştî rêkkevtinê mal a 5 hevwelatî yên Kurd hatîye şewitandin û ala ya Kurdistanê jî li bajarokê dihînin xwarê.
Di hevpeyvîn a xwe de li gel Kurdistan 24, Ehmed Nifûs, endam ê civat a şaredarî ya Xurmatû, ragehand: Her ew roj a rêkkevtin a agirbestê hatî wajûkirin, bi dûrî ya 200-330 Metir ji qaymeqamî ya bajarokê ve, Heşd a Şeibî, mal a hevwelatîyekê Kurd bi nav ê Ebdûllah Mehemed Lal Ezîz şewitandin û li çend roj ên bûrî jî li tax a Eskerî, mal ên 4 hevwelatî yên hatin şewitandin. Ehmed Nifûs , got jî: Niha ala ya Kurdistanê li ser Saylo ya bajarî û nexweşxane û fermangeh a çandinê hatîye xwarê.
Got jî, eger Xurmatû Kurdistanî ye, çima ala ya Kurdisatnê têde hatîye qedexekirin.
Ehemd Nifûs, amaje bi wê yekî jî kir, sê pişk a bajarok a Xurmatû li jêr desthilat a Heşd a Şeibî de ye û ji ko ta 1604 polîs û 98 efseran, tenê 3 efser û 200 polîs Kurdin û piranî ya feramangeh ên hikumî, ji wan jî fermangeh a bwarê şaristanîyê, tapo, saloxvanî û kart a zanyarîyê çi fermanberek ê Kurd têde nîne.
Kurdistan 24, pirs a şewitandin a mal a ewan hevwelatîyan ji alîyê Heşd a Şeibî ve, hevrûyê qaymeqam ê Xurmatû Şelal Ebdûl kirin, lê navbirî red kir ku bûyer ên ji vî corî çê bibe û nûçe ya pêşêlkarî yên Heşd a Şeibî her gotgotik li qelem dan.