Helwêst a Emerîkayê li ser rewş a Îraqê
Emrîka ji nakokî yên sîyasî yên Îraqê nîgerane û dibêje evan girjîyan karîgerîyek a xirab heye li ser şerrê Daişê li Îraqê.
K24- Hewlêr
Emrîka ji nakokî yên sîyasî yên Îraqê nîgerane û dibêje evan girjîyan karîgerîyek a xirab heye li ser şerrê Daişê li Îraqê.
Li gor raport ên Deng ê Emerîkayê, koçik a Sipî daxwaz ji hemû serkirde û alî yên sîyasî yên Îraqê kirîye, bi lez li ser kabîne ya serok komar ê Îraqê, Heyder Ebadî rêk bikevin û nakokî yên xwe çareser bikin, daku karîgerî ya xirab nebe li ser şerr ê Daişê, ku ji alî yê Emerîkayê ve, ew kar ê har pêşîne.
Her di vê raportê de hatîye, rêvebrî ya Obama di wê bawerîyê de ye, ku Îraqê pêdivî bi hikumetek a navnd a bi hêze, heya bikare gef ên Daişê ji nav bibe.
Di rapotê de hatîye, ku Obama ji wan nakokî û girjîyan nîgerane ku guhertin ên Ebadî duristkirine û pêdivîye bi zûtirîn dem ew nakokî bihên çarserkirin daku hizr berenagrîbûn a Daişê vekîn neku tişt ên din.