Cevdet Yilmaz: Em malê kesî ji destên wan nastînin
Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyeyê Cewdet Yilmaz, li Bakurê Kurdistanê geştekî pêkanî û di 5ê Gulanê de jî, hat Diyarbekirê. Cevdet Yilmaz, beriya nîvroyê beşdarî civîna danasîna Ajansa Piştgiriyên Aborî û Geşepêdanê Karacadagê ya 2016-an bû û piştre jî, li Sûr a Navçeya Diyarbekirê li Nav Kelayê bi çapameniyê re civînek lidar xist.

K24 – Diyarbekir
Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyê Cewdet Yilmaz, li Bakurê Kurdistanê geştekî pêkanî û di 5ê Gulanê de jî, hat Diyarbekirê. Cevdet Yilmaz, beriya nîvroyê beşdarî civîna danasîna Ajansa Piştgiriyên Aborî û Geşepêdanê Karacadagê ya 2016-an bû û piştre jî, li Sûr a Navçeya Diyarbekirê li Nav Kelayê bi çapameniyê re civînek lidar xist.
Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyê, li ser plan û projeyên îstimlakirinê û nûjen kirina bajar û navçeyan agahdarî da. Yilmaz dazanîn ku, ewê destwerdana taybetiyên avahiyan nekin û li gor pîvanên UNESCOyê projeyan birêve bibin. Yilmaz diyar kir ku, serdema şer û pevçûnan zirar û têkçûyînên mezin peyda kirine û ew jî wek hikûmeta Tirkiyê, bi çar wezaretan hewla ku tespîta zirara welatiyan bikin didin. Yilmaz daxuaynd ku, wan li Silopî, Cizîr, Xezek û Şirnexê tespita ziraran kiriye û hin alikariyan jî gihandine. Lê li Sûr a navçeya Diyarbekirê hêj di destpêkê de ne.
Cevdet Yilmaz, bal kiaşnd ku, dê tanzîmkirina zirar û ziyanên welatiyan bi 2 astan bên cîbicîkirin û ragihand, ku tenê biryara peywira îstimlakkirinê hatiye girtin û ger ku îstimlak bikin jî dê bi muzakere û guftûgoyan wê biryarê bidin.
Yilmaz diyar kir ku, ji ber Partiyên ku rêvebiriyên şaredariyê birêve dibin jî, bi rêxistinên çekdarî re pêwendîdar in ew naxwazin wan jî mudaxilî vê proseyê bikin.
Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz beriya geşeta xwe ya li Diyarbekirê li Şirnexê û navçeyên wê jî çevdêriyan kiribû.