“Emê bi Herêma Kurdistanê re cureyên Hilberînê zêde dikin”
Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyê Cevdet Yilmaz li Diyarbekirê ragihand, ku wî sedana Herêma Federal a Kurdistanê kiriye û dê projeya zêdekirina cureyên hilberînkarî zêde bikin. Yilmaz daxuaynd ku, ew hewla ku li heremê, geşepêdanên aborî peyda bikin, didin. Herwiha zêdekirina cureyên hilberînê li Herema Kurdistanê jî girîng nirxand.

K24 – Diyarbekir

Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyê Cevdet Yilmaz li Diyarbekirê beşdarî civîna danasîna Ajansa Piştgiriyên Aborî û Geşepêdanê Karacadagê ya 2016-an bû û axivî û got: "Walatên ku li heremê bandora wan ya aborî heye re, em hewla ku pêwendiyên xwe geş bikin didin. Di vê çarçoveyê de, me serdana Herema Kurdistanê kir û li wê dere me havdîtinan kir. Bi Birêz Mesûd Barzanî re, Nêçîrvan Barzanî re, Qubat Talabanî re û bi hemû wezîran re min hevdîtinan kir.”
Yilmaz axafina xwe berdewam kir û got: “Em wek şandekê çûbûn wir, me hewla ku bihev re em projeyên geşepêdanê bidin destpêkirin, da. Ez vî tiştî jî ji bo aboraya herema me tiştekî girîng û kêrhatî dibinim. Di rastiya xwe de, ger ku, li Herema Kurdistanê, cureyên hilberînê zêde bibin, hilberîn bipêş bikeve, bandorên erênî li hemû heremê dikare bike û dê pêwendiyên bazirganî jî zêdetir bike.
Herwiha Yilmaz got jî: “Min çavdêrî kir ku balgir ji Tirkiyê tije diçin û vala tên, ji ber ku hilberina berheman li Herêma Kurdistanê kêm e, ji wê dere jî tanker tije tên. Lewra em dixwazin bi projeyan, cureyên hilberîna berheman û geşepêdanê zêde bikin. Bi vê mebestê jî lihev kirinek û hevpeymaniyekê emê bidin destpêkirin. Bi destpêka wê projeye jî, dê him cureyên hilberînê li wir zêde bibe, him jî bazirganiya me jî geştir bibe. Yanî ji bo herdû aliyan jî lihevkirineke sûdbexş e.