Li Herêmê amadekarîyê dikin bo kombûn a berfireh a alîyan

Alî yên sîyasî yên başûr a Kurdistanê, amadekarîyê dikin bo encamdan a kombûn a berfireh a nîştîmanî, daku bi hev re çareserîyekî vedînin bo evê rewşê, nemaze piştî bûyer ên evê dawîyê yên Îraqê. Alî yên Kurdistanî divên di wê kombûnê de behs arîşe yên Herêm a Kurdistanê û ayînde ya wê li gel Îraqê bikin.

K24- Hewlêr

Alî yên sîyasî yên başûr a Kurdistanê , carek a din hez dikin kombûnek a berfireh encma bidin û divên dei nêzîktirîn dem de danûstandinan bikin daku bingehekê bo ayînde ya sîyasî li Îraqê bidanin û hedem dawîyê bi arîşe yên hindûrî yên herêmê bihînin.

Di kombûn ên evê dawîyê yên Partî ya Dîmukrt a Kurdistan(PDK) û Yekêtî ya Nîştmanî ya Kurdistan(YNK)yê axivtin li ser ewê yekê hatîye kirin ku hîç hêzek a sîyasî li Herêmê nehê piştguhkirin û bi awayek ku danûstandin di navber a PDKyl û Bizav a Gorran(BG) jî bihê encamdan. Behs a wê yekê jî dihê kirin ku vegran a rêkxer ê giştî yê Bgyê, pişkek e ji wê amadakarî ya dihê kirin bo encamdan a kombûn a Nîştîmanî.

Di kombûn a dawîyê yê serok ê Herêm a Kurdistanê, li gelê alî yên pişikdar di perleman a Kurdisatnê de, ku tenê BG û Komele ya Îslamî pişikdar nebûn, bo evê carê Kmele ya Îslamî alîyek serkî ye ku daxwaz a kombûn a berfireh a alîyan kirîne û emîr ê hizb a wan rijtr li ser wê ku kombûn bihê encamdan, bi giştî jî hemû alî yên Herêm a Kurdistanê, tekez dikin ku ew hemû bo evê mijar ê hest bi berprsînîyê dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/08746590-c686-4a2b-8be7-b1be6ddb60d9/anjamdani%20kobuneway%20frawani%20layanakan.ism/manifest