Daxwz dihê kirin Keneda çavdêrî ya maf ên mirov li Îranê bike
Nwêner ê taybetî yê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî bo karûbar ên maf ê mirov ê Îranê ragehand: Niha demek a guncye daku Keneda dûçûnê bike bo pirs a maf ê mirov li Îranê.
K24- Hewlêr:
Nwêner ê taybetî yê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî bo karûbar ên maf ê mirov ê Îranê ragehand: Niha demek a guncye daku Keneda dûçûnê bike bo pirs a maf ê mirov li Îranê.
Ehmed Şehîd, nwêner ê taybetî yê rêkxistî ya Netewe yên Hevgirtî bo karûbar ê maf ê mirov li Îranê raghand: Piştî rêkkevtin a navokî ya li gel Îranê, delîveyek hatîye pêş daku welat ên rojava û ji ser hemûyan re Emerîka û Keneda ji nîzçk ve, dûvçûnê bo rewş a maf ê mirov bikin li Îranê.
Welat ên rojava nîgeranin ji rewş a maf ê mirov û di raport ên nêvdewletî de, serzenişt a Îranê dihê kirin li ser pêşêlkirin a maf ê mirov.
Di dem a bûrî de serok ê berê yê Komar a Îslamî ya Îranê, Mehmûd Ehemedînejad, li beranber evê sîyaset a welat ên rojava, daxwaz kir, rêkxistîyek a taybet bidanin bo çavdêrîkirin a rewş a maf ê mirv li welat ên rojava û raport ên pêşêlkarî yên maf ên mirov di wan welatan de belav bike bo ra ya giştî.