Li Wanê hin dever bûne herêmên ewlekariyê yên taybet

Ji alîkî din ve li bajarê Dêrsimê navçeya Mazgîrtê jî qedexeya derketina derva ku, 2 roj berî niha hatibû ragihandin hate rakirin.

K24-Wan

Li bakurê Kurdistanê bajarên Wanê û Colemergê hin gund û dever wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Li bajarê Wanê çend gund û deverên navçeya Elbaq, Erdîş, Payîzava, Westan û Şax ji aliyê parêzgerî  ve wekî herêmen ewle hatin ragihandin.Parêzgehîya Wanê diyar kir ku, heta 15 rojan hatin û çûyîna herêmên ewle qedexe ye. Herwiha Parêzgeriya  Colemêrgê jî li navçeya Çelê gundê Geman û taxên Mêrgan, Koprulu, Minyanîşa, Zawîta heta fermaneka din qedexeya derketina derva ragihand.

Ji alîkî din ve li bajarê Dêrsimê navçeya Mazgîrtê jî qedexeya derketina derva ku, 2 roj berî niha hatibû ragihandin hate rakirin.