Di roja 100 saliya Sykes-Picot de xwepêşandan

li gorî yasayên pêwendiyên navdewletî, rêkeftinên navdewletî piştî 100 salan ew rêkeftin têne hiweşandin.

K24-Navenda Nûçeyan

Di 14ê vê mehê de 2016an 100 sal bi ser rêkeftina Sykes-Picot derbas dibe, bi armanca şermezarkirina wê rêkeftinê li çend welatên Ewrpayê revenda Kurî xwepêşandanan bi rêve dibe.

Xwepêşandan dê li welatê Nimsa, Elmanya, Siwîsra û Fransa bi rêve biçin, tê pêşbînî kirin jî ku, bi sed hezaran Kurdên ku li Ewrpoayê dimînin, beşdaî vê çalakiyê bikin.

Di sala 1916 herdu welatên Brîtanya û Fransa sê parçeyên Kurdistanê dabeş kirin, îsal jî 100 sal bi ser re wê rêkeftinê derbas dibe, li gorî yasayên pêwendiyên navdewletî, rêkeftinên navdewletî piştî 100 salan ew rêkeftin têne hiweşandin.

Li gor endamekî komîteya amadekar ya çalakiyê heta niha ti partiyên siyasî beşdarbûna xwe nîşan ne daye.