Saykis-Pîko li Hewlêrê hate şermezar kirin

Peymana saykis-Pîko di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Frensa û Brîtaniyayê de hatibû îmze kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2efc6d98-1212-4840-8c5f-b37fa0e5ba32/seksbiko%20shermezar.ism/manifest

K24-Hewlêr

Peymana  seykis-Pîko ji hemû kurdan re rojeke reş û nexweş ku, tê de kurdistan hatiye parçekirin.

Hijmarek ji çalakvan, rewşenbîr û ronakbîrên  Rojavayê kurdistanê bi armanca şermezarkirina peymana saykis-pîko çalakiyek li darxisitn.

Di çalakiyê de beşdarbûyan rêkeftina ku, Kurdistan parçe kirî wekû rojeke reş nerxandin, çalakî di heman demê de, bo piştgiriya hêzên pêşmerge ku, niha berevaniya xaka kurdistnaê dikin.

Derbarê çalakiyê Nivîskar û şîrovekar Ronî Elî ji K24ê re wiha got:"Şermezarkirina Saykis-Pîko erkê hemû Kurdan e, erkê saziyên sivîle, yê partiyên siyasî ne, her wiha yên kesayetiyên serbixwe ne jî, me xwest em dengê xwe bighînin hevalên xwe yên Ewropa jî yên ku, wê bi çalakiyeke mezin çêbikin,em jî li vir dibêjin na ji Saykis Pîko re."

Çalakiya şermezarkrina peymana seykisbîko bi helbest û gotar herwha mûzik bi rêve çû, tê de kurdên her çar parçên Kurdistanê beşdarî kirin.

Kesên bi vê çalakiyê rabûn jî dibêjin ew dixwezin deng û piştevaniya  xwe bidin  hevalên wan  yên li bajarê kulinê yê Almaniyay ku, biryare di 14ê vê mehê de, bi armanca şermezarkirina peymana navborî  xwepêşandaneke mezin encambidin.

Derbarê vê yekê Narîn Ehmed wiha got:" Derfeteke ji me ku, em xwe ji hemû cîhanê re bidin xuyakirin û sakirin."  

Peymana saykis-Pîko di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Frensa û Brîtaniyayê de hatibû îmze kirin, tê de sînorên Rojhilata Navîn bi destkefên şerê cîhanê yê yekem li ser welatên Rojava hatin dabeş kirin û beşekî kurdistnaê jî di bin destê yekîtiya sofyêt ma û navê kurdistna sor lê hat kirin.