Li Amedê DBP û HDP li dijî rakirina parêzbendiyê derdikevin
Hevseroka HDPa Diyarbekirê Gulşen Ozerê derbarê meşê de got; ew dixwazin xelkê Diyarbekirê roja Duşemê beşdarî meşa wan bibin û li parlementerên HDPê xwedî derkevin.
.jpg)
K24-Amed
Partiya Hereman ya Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) roja Duşemê (09.05.2016) li Diyarbekirê li dijî daxwaza rakirina parêzbendiyên parlementerên HDPê dê meşekê li dar bixe.
Rêvebir û rayedarên HDPê û DBPê li Diyarbekirê di Kongreyeka Rojnamegerî de ragihandin ku, ew qebûl nakin ku, di Parlementoya Enqereyê de parlementerên HDPê bêne lînçkirin û parêzbendiya wan were rakirin.
Hevseroka HDPa Diyarbekirê Gulşen Ozerê derbarê meşê de got; ew dixwazin xelkê Diyarbekirê roja Duşemê beşdarî meşa wan bibin û li parlementerên HDPê xwedî derkevin.