Yekgirtû hewl a kombûn a alîyan dide
Serok ê firakisyûn a Îslamî di perleman a Îraqê ragehand: Wek yekgirtû em hwil didin bp kombûn a alî yên sîyasî yên başûr a Kurdistanê, daku biryarekê bidîn li ser arîşe yên Îraqê û merc ên vegerran a me bo Bexdayê.
K24- Silêmanî
Serok ê firakisyûn a Îslamî di perleman a Îraqê ragehand: Wek yekgirtû em hwil didin bp kombûn a alî yên sîyasî yên başûr a Kurdistanê, daku biryarekê bidîn li ser arîşe yên Îraqê û merc ên vegerran a me bo Bexdayê.
Di hevpeyvênekê de bo Kurdistan24, Mûsenna Emîn, serokê firaksyûn a Yekgirtpû ya Îslamî di perleman a Îraqê de ragehand: li gel emîndar ê giştî me behs kirîye ku em wek Yekgirtû destpêşxerîyekê dê bikîn bo kombûn a alî yên sîyasî, daku danûstandinan li sern arîşe yên Îraqê bikin û biryar bidin çi bikin, herweha merc ên çi bin bo vegrran a Kurd bo Bexdayê, û biryar a dawî ya Îraqê çi ye.
Got jî: Selîm Cibûrî bi me re gotîye, Ez bo yekê hatime bêjim vegerrin perlemanê anku da perlemanê kara vekîn. Htime bêjim, çawa dê vegerrin û çawa perlemanêî êd kara bikin? Hun azadin, Kurd divê şerîk ê serekî be di Îraqê de û rêz ji maf û daxwazî yên wan bihê girtin.
Musenna Emîn, amaje bo wê yekê kir ku: Niha tepe li ba me ye û delîveyek bo Kurd çê bûye, ku carek a axivtin ên rijt hebin di ko ya sîyaset a Îraqê de.
Li 30yê/ Nîsanê/2016, xwepîşanderan li Bexdayê hêriş kirn ser avahî ya perleman a Îraqê û sivkatî bi hijmarek a perlemantar ên Kurd kirin, niha firakisyûn ên Kurdî vegerryane Herêm a Kurdistanê û hatin a Cibûrî jî bo Kurdistanê hewleke bo vegerrnadin a Perlemanta ên Kurd bo Bexdayê.