Li Nisêbînê teqîn: 2 leşkeran canê xwe ji dest dan

Li Nisêbîna Mêrdînê, teqameniyên ku di nav malekê de hatibûn bicihkirin hatin teqandin, di encame de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan, 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Nisêbîna Mêrdînê, teqameniyên ku di nav malekê de hatibûn bicihkirin hatin teqandin, di encame de 2 leşkeran canê xwe ji dest dan, 3 leşkerên din jî birîndar bûn.

Qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbînê gihîşt roja 56'an. Li navçeyê operasyona ku bi alavên giran û bi beşdarbûna dehezaran serbaz û polîsan dest pê kiribû, berdewam dike.

Di operasyonên îro de hêzên ewlekariyê, li taxa Firatê, di xaniyek de lêgerîn kirin. Di dema lêgerînê de teqameniyên ku berê di avahiyê de hatibûn bicihkirin, hatin teqandin.

Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 2 serbazan canê xwe ji dest da û 1 jê giran 3 serbaz jî birîndar bûn.

Ji ber tundbûna şerê navçeyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan ferman dabû ku, avahî ji dûr ve bên bombebarankirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment