Hingariya hevkiriya leşkerî bo Pêşmerge dike

Kunsilê Hingaryayê li Hewlêrê dibêje, Hingaryayê heta niha 275 ton ji çek û teqemenî bi awayekî rasterast şandiya Herêma Kurdistanê û ji hêza Pêşmerge re.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kunsilê Hingaryayê li Hewlêrê dibêje, Hingaryayê heta niha 275 ton ji çek û teqemenî bi awayekî rasterast şandiya Herêma Kurdistanê û ji hêza Pêşmerge re.

Kunsilê Hingaryayê li Hewlêrê Japa Vazekinî ji malpera “AA”yê re ragihand, ku di çarçoveya rûbirûbûna terorê de, heta niha Hingaryayê 275 ton çek û teqemenî daye hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, biryar e jî 110 ton çek teqemenî yên curbibur bişîne ji hêza Pêşmerge re.

Vazekinî got jî, şêwirmend û rahênerên leşkerî yên Hingaryayê di perwedekirina hêza Pêşmerge berdewam in, herwiha çareseriya hên Pêşmergeyên nexweş û birîndar li nexweşxaneyên Hingaryayê têne dermankirin.

Herwiha Vazekinî amaje kir, ku hemû alîkariyên Hingaryayê bi awayekî raserast şandine Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmerge, herwiha alîkariyên din jî dê bi vî awayî bişîne Herêma Kurdistanê.  

 

Fly Erbil Advertisment