Mûqteda Sedir hoşdarîyê dide Îranê

Rêber ê Rewt a Sedir li Îraqê, ku niha serperiştî ya xwepîşandin ên Bexdayê dike, hoşdarîyê daye Îranê, eger zêdetir fişarê bixe ser wî; dêbçe di enî ya Turkîya û Seşdîye de.

K24- Hewlêr

Rêber ê Rewt a Sedir li Îraqê, ku niha serperiştî ya xwepîşandin ên Bexdayê dike, hoşdarîyê daye Îranê, eger zêdetir fişarê bixe ser wî; dêbçe di enî ya Turkîya û Seşdîye de.

Malper a Heyat li ser zar ê çend çavik ên haydart ên Îranî belavkirîye ku Mûqteda Sedir, di seredan a xwe de bo Îranê, hoşdarî daye berpirs ên ewî welatî û agahdar kirîne, eger zêdetir fişarê bixin ser wî, ew dê herre di enî ya Turkîya û Seûdîyeyê de.

 Li gor wan çavikan: Muqteda Sedir li bajar ê Qum serdan a Merceê Şîeyan Kadim Hayî kirîye û dûv re jî serdan a cêgir ê yekê yê serok ê Civat a Şareza yên Raberî ya Îranê, Mehmûd Haşimî Şahrûdî kirîye û pê re gotîye ku armanc a seredan a wî gehandin a peyemekê ye bi berpirs ên Îranê re, ku ew nekarin hizr û bawerrî yên wî niştîmanî biguherrin.

Ev di demkê de ye Mûqteda Sedir serperştî ya xwepîşandan ên Bexdayê enîyek a Perleman a Îraqê dike, Evê yekê jî Îran nîgeran kirîey, çumku Komar a Îslamî ya Îranê nevêt di walat ên Şîe têde bala destin di fermanrewayê de şikestê bihînin.