Li du gundên Colemêrgê qedexe derketina derve hat ragihandin

Armanca qedexeyê jî daku, rê li pêşiya girîlayên PKKê bigrin li gor rêveberiya Colemêrgê ragehandî/

K24-Navenda Nûçeyan

Li du gundên navçeya Çelê ya Colemêrgê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeya derketina derve li 2 gund û 4 mezrayan jî hat rakirin.

Walîtiya Colemêrgê qedexeya derketina derve ya li 2 gund û 4 mezrayên navçeya Çelê ya Colemêrgê hatî ragihandin, şeva borî rakir. Li du gundan jî qedexe hat ragihandin. Qedexe wê îşev destpê bike û dema bidawîhatina wê nehatiye diyar kirin.

Li gor daxuyaniya walîtiya Colemêrgê armanca wan qedexeyan ewe ku, nehêlin gerîlayên PKKê derbasî sînorê bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bibin.