Li Parîsê bo serxwebûn a Kurdistan xwepîşandan kirin
K24- Hewlêr
Bi mebest a piştîvanîyê ji encmadan a rifrandom ê bo serxwebûn a başûr a Kurdistanê, xwepîşandanek li Parîs a Paytext a Firansayê bi pişikdarî ya Kurd ên her çar parçe yên Kurdistanê hat encamdan.
Hijmarek a Kurd ên akincî yên Firansayê, li kax a Tirokadêro, nêzîk qulle ya Îvil, li Parîsê xwepîşamdanek rêkxistin bi bilindkirin a ala ya Kurdistanê stirîn a sirûd a Ey Reqîb û gelek dirşm ên dî yên neteweyî û nîştîmanî, piştîvanî xwe bo ragehandin a serxwebûn a Kurdistanê derbirrîn û daxwaz a piştîvanî ya hindûrî û nêvdewletî kirin daku Kurd bibe xwedî yê dewlet a xwe ya serbixwe li Başûr a Kurdistanê.
Di vê qewişînê de, peyam a Kurd ên Parîsê ji alî yê Ezîz Mamlê hatpêşeşkirin bo amadebûyan û di payamê de amaje bi wê yekê kir: Piştî heriftin a rijêm a Beis li Îraqê, Herêm a Kurdistanê ji 2003yê ve bi deverek a tenah û akincî li Îraqê hatîye nasîn û serxwebûn a başûr a Kurdistanê mafek ê rewaye û divê hemû alîyek piştîvanîyê li evê pirsê bikîn.
Ev di demekê deye li 30ya Nîsanê bi eger a alozî yên Bexda, Perlemantar ên Kurd di perleman a Îraqê de, vegerîyan Kurdistanê, pişkek ji çavdêr ên sîyasî nerîn a wan ewe başûr a Kurdistanê ji alî yê perlemanî û kargêrîyê ve biryar a cûdabûnê ji Îraqê daye.