Pilandanan, zîyan ên Îraqê ji eger a kar ên tîroristî aşkera dike

Wezaret a pilandanan a hikumet a Îraqê ragehand, qebare ya zîyan a evan 12 sal ên bûrî ,ji encam a kar ên tîroristî ber Îraqê kevtîye, 36 tirilyon Dînar ên Îraqîye.

K24- Hewlêr

Wezaret a pilandanan a hikumet a Îraqê ragehand, qebare ya zîyan a evan 12 sal ên bûrî ,ji encam a kar ên tîroristî ber Îraqê kevtîye, 36 tirilyon Dînar ên Îraqîye.

Wezîr ê pilandanan a Îraqê, Selman Elcumeylî, di ragehandinekê de got: tev ew zîyan ên ji sal a 2004ê ve heya 2016 bi eger a kar ên tîroristî ber Îraqê kevtîyem gehiûtîye 3608 tirilyon Dînar ên Îraqî.

Selman Elcumeylî got jî: Bi hevberkirin li gel wezaret ên din, wezret a bervaanîyê zêdetirîn zîyan berkevtîye û zîyan ên wê 350 milyar Dînare.

Wezîr ê pilandananê amaje bi wê yekê jî kir: Bi heverkirin li gel parêzgehan jî parêzgeh a Enbar zêdetirîn zîyan ber kevtîye û zîyan ê wê gehiştîye 107 milyar Dîanaran. Bank a Navendî jî zêdetirîn zîyan berkevtîye bi hevebrkirin li gel hemû dezgeh ên ser bi wezaretan nîne û zîyan ên wê 708 milayar Dînarin.

Wezîr ê pilandanan xuya jî kir: ev zîyan, zîyan a hevwelatîyan têde nîne, qebare ya zîyan hevwelatî yan li sal a 2014 gehişte 29 tirilyon Dînaran di demkê de zîyan ên di naveber a 2004 heya 2014yê tenê 7.8 tirilyon Dînar bûn.

Zêdebûn a zîyan ên Îraqê li sal a 2014yê, amajeyeke bo wê zîyan a ku bi eger a dagîrkirin a deverek a berfireh a Îraqê ji alî yê çekdar ên Daişê ve, ev zîyan ber evî welatî kevtitine.

Aşkerakirina evan amaran ji alîyê hikumet a Îraqê ve, di demekê de ye, wek hikumet bi xwe dibêje, bi eger a şerr ê Daişê û û dakevtin a nirxa petrolê li bazar ên Cîhanê, Îraq hevrûşî tengijeyek a darayî ya giran bûye û wek pişkek ji çavdêr dibêjin bi eger evê tengijeyê hikumet a Îraqê naçar bûye ji yedek bank a fîdralî ya Îraqê xerc  bike.