Pîrozbahiyên Roja Ziman li Diyarbekirê dest pê dike
Li Diyarbekirê di çarçoveya Roja Zimanan de, roja Zimanê Kurdî hat pîroz kirin.
K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê di çarçoveya Roja Zimanan de, roja Zimanê Kurdî hat pîroz kirin.
Kongreya Civaka Demokratîk KCDê li Diyarbekirê daxuyaniyekî da û ragihand, ku dê hefteyekî çalakiyên pîrozbahiya Zimanê Kurdî lidax bixin. Di civînê de, balhat kişandin ku zimanê Kurdî, hêj jî bi zext, pêkûtî û astengiyan re rûberû ye û divê hemû civak, li her qadên civakî, xwedî li zimanê xwe derkevin.
Di gotarên ku hatin belav kirin de, hat daxwaz kirin ku Zimanê Kurdî jî li Tirkiyê, wek zimanê fermî bê nas kirin û ji bo geşkirin û pêşxistina Kurdî jî, derfet bên peyda kirin. Hat ragihandin ku, her malekî jî divê wek kela parastin û bikaranîna Zimanê Kurdî bibe, da ku gel û civaka Kurd nirx û remzên xwe bi rastewxwe bizanin.
Çalakiyên ji bo pîrozbahiya roja Zimanê Kurdî li Diyarbekirê dê di navbera 9 û 15ê Gulanê de bi cure çalakiyan berdewam bike.