Bo şermezarkirina Sykes – Picotê ENKS çalakiyan dike

Li bajarê Qamişlo Îro di civîneke giştî de ENKSê biryar da, ku di 14ê Gulanê de bi helkefta darbasbûna 100 salî li ser peymana Sykes – Picotê çalakî li seranserê Rojavayê Kurdistanê bêne lidarxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo Îro di civîneke giştî de ENKSê biryar da, ku di 14ê Gulanê de bi helkefta darbasbûna 100 salî li ser peymana Sykes – Picotê çalakî li seranserê Rojavayê Kurdistanê bêne lidarxistin.

Endamê Desteya Siyasî ya ENKSê Mihsin Tahir di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, ku di civîna îro de, bo şermezarkirina sedsaliya peymana Sykes – Picotê, biryar hate standin ku di 14 Gulanê de di demjimêr 18:00an de çalakî li tevahiya Kurdistana Sûriyê, başûrê Kurdistan û Ewropayê lidar bikevin.  

Tahir hêvî kir û got: “Em bi hêvî ne, ku di wê rojê de dengên xwe bigihînin civaka navdewletî û welatên ku peymana Sykes – Picotê cibicî kirine, da ji wan re bibêjin, ku wan neheqî li gelekî xwe li ser xaka dijî, kiriye. Divê ew welat di danûstandinên Cenêv û cihên din jî, lêvegerekê ji helwestên xwe çê bikin, ku gelê Kurd yê bûye 4 perçe xwedî mafekî rewa ye.”

Tahir diyar kir jî, ku ne tenê dê ev çalakî tenê be, herwiha dê gelek simînar li ser peymana Sykes – Picotê were lidar xistin, ku tê de bê diyarkirin, ku gelê Kurd gelekî zindî ye li ser xaka xwe dijî û mafekî wî yê rewa heye. Tahir got jî: “Neye qebûlkirin ku miletek 40 milyon kes li 4 perçan belav be û bê maf bimîne.”