Li Wanê teqîn: 2 kuştî û 3ê birîndar

Teqîn li taxa Hecîbekîr ya Wanê rûda.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê, di hêzên ewlekariya Tirkiyê de bombe teqiya. Di encamê de 2 polîsan canê xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê, li ser xebera ku, li taxa Hecîbekîr ya Wanê di rê de bombe hatiye bicihkirin çûn navçeya Îpekyolu. Piştî bergiriyên ewlekariyê pîsporan xwestin bombe pûç bikin lê di wê demê de bombe teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encamê teqînê de 2 polîsan canê xwe ji dest da û 3 polîs jî birîndar bûn.