Li Dêrikê karmendên radyoya Hêvî xwebexiş kar dikin

Di sala 2015an de, Radyoya Hêvî dest bi weşana xwe kiriye yekemîn radyo ye ku, li bajarê Dêrikê vedibe, têde pirogramên zindî û tomarkirî yên girêdayî jiyan û rewşa xelkên Dêrikê têne pêşkêş kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6d0874e7-5c11-422c-9352-27c23ad18431/Hevi.ism/manifest

K24-Dêrik

Radyoya Hêvî yek ji dezgehên ragihandinêye yên ku, li bajarê Dêrikê weşana xwe dike, weke gelek dezgehên ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê yên ku,  ji aliyê saziyên civaka sivîl ve tên perepêdan ango temwîl kirin.  Ji 4 mehan ve pere bo vê radyoyê nehatiye dayîn,  tevî wê jî karmendên wê bi awayekî xwebexş karê xwe berdewam dikin.

Rawestandina perepêdanê radiyoya Hêvî bandoreke neyînî li ser karê radyoyê dike, û piraniya pirogrmên wê hatine rawestandin, lê karmend û rojnamevanên wê bi karînên xwe yên xweser rojane dest bi bexşê dikin, hezkirina bajarê Dêrikê û xizmeta xelkên wê wan kamrendan bi Radyoyê ve girêdayî dihêle.

Di sala 2015an de, Radyoya Hêvî dest bi weşana xwe kiriye yekemîn radyo ye ku, li bajarê Dêrikê vedibe, têde pirogramên zindî û tomarkirî yên girêdayî jiyan û rewşa xelkên Dêrikê têne pêşkêş kirin. Karmendên wê tekez dikin ku ewê hemû hêz û hewildanên xwe bikin heta ku, radyo li ser weşana xwe berdewam bimîne, ji ber wek dibêjin ku, ev Radyo ne tenê cihê karê wan karmendan e, lê belê weke xwen û hêviya welatiyên Dêrikê ye.