Erdogan: Li şerr ê Daişê, Turkîya bi tenê hêlane

Serok komar ê Turkîyayê Receb Teyîb Erdogan ragehand: Cîhanê bo şerr ê Daişê, Turkîya bi tenê hêla û cîhanê pçte bi teqîn ên Enqereyê nedan wek ew a li Parîs û Biroksilê rûdan, ev jç çi dadwerî têde nîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b3096a6c-5526-449d-a7e0-5055757b69c6/Erdogan%20ISIS.ism/manifest

K24- Hewlêr

Serok komar ê Turkîyayê Receb Teyîb Erdogan ragehand: Cîhanê bo şerr ê Daişê, Turkîya bi tenê hêla û cîhanê pçte bi teqîn ên Enqereyê nedan wek ew a li Parîs û Biroksilê rûdan, ev jç çi dadwerî têde  nîne.

Got jî: Kengî rewaye Turkîya bi tenê şerr ê Daişê bike û kes harîkarî wê neke. Herwwha avir veda alîyê endam ên timdemî yên Civat a Asayîş a nêvdewletî û got: Civat a Hewe nwênerînî ya ew hijmar a mezin a musilmanan li cîhanê nake.

Herweha got: Dem a teqîn a xwekujî li Enqere û isatnbûlê çû bûn, cîhan ne bi wê ast a karvedanê bû, ew a ji encm a hêriş ên ser Parîs û Birokislê durist bûyî.  

Ew ên bangeşe ya berengarbûn a Daişê li Suryayê dikin, wek me zîyan ber wan nekevtîye û wan qurbanîyan nadin ew a Turkîya dide. Em bi tenê di vî şerrî de hêlane.

Ev axivtin ên Erdogan di demekê de ye, ku di ast a nêvdewletî de, Rûsîya û hijmarek a welat ên din  Turkîyayê bi piştîvan û harîkar ê serokî ya Daişê li Sûryayê dizanin.

Rosyayê gelek belge li ser hebûn a peywendî yên abûrî û bazirganî di navber a Turkîyayê û Daişê de belav kirin.

Li gor raport a nêvdeweltî 95% ji çekdar ên Daişê bi rê ya Turkîyayê harîkarî hatîne kirin daku biçin di nav Daişê de.

Carek a din jî Erdoganî daxwaz kir, deverek a aram li sinûr ê Suryayê bihê duristkirin û berê jî ev daxwazî ji civak a nêvdewletî kiribû; lê hat redkirin.  Herweha alî yên Kurdî li Rojava ya Kurdistanê red kiribûn ku rê bidin bi evî karî û hewl ên Erdoganî bo evê yekê, bi pîlanek a Turkîyayê danan bi aramanc a rêgirtinê li bidestvehîn a maf ên gel ê Kurd li Rojava ya Kurdistanê.

Di pişkek a dî ya axivtin ên xwe de, Erdogan rexne li Civat a Asayîş a Nêvdewletî girt û got: Me bi wan re gotîye hun nwênerînî ya cîhanê nakin û nabe hukm a cîhanî bikin, werin bila li her kîşwerek ê endamek û li her olekê endamek bihê hilbijartin û bibe endam ê civat a asayîşê, lê wan red kirîne.