Balyûz ê Birîtanîyayê li Îraqê: Pêdivîye Hewlêr û Bexda carek a din danûstandinan bikin

Balyûz ê Birîtanîyayê li Îraqê ragehand, pêdivîye Helwlêr û Bexda bo çareserkirin a arîşe yên di navber a wan de, carek a dî dest bi danûstandinan bikin.

K24- Hewlêr

Balyûz ê Birîtanîyayê li Îraqê ragehand, pêdivîye Helwlêr û Bexda bo çareserkirin a arîşe yên di navber a wan de, carek a dî dest bi danûstandinan bikin.

Firank Beyker, balyûz ê Birîtanyayê li Bexdayê, li ser hijmarete ya taybetî ya xwe li tor ê civakî ya Twîterê û di zicîre Tiwîtekê de, ragehand: Pêdivîye Hewlêr û Bexda bo çareserkirin a arîşe yên di navber a xwe de carek a dî dest bi danûstandinan bikin çunku bi çareserkirin a ewan arîşeyan herdû hikum ên Îraqê û Herêm a  Kurdistanê dikarin bi pêşkevin.

Firank nivîsîye: Min srdan a Hewlêrê kir û li ser çawanî ya asayîkirin a peywendî yên di navber a Hewlêr û Bexdayê li gel çend berpirs ên Kurd civîyam. Aşkera kir ku li gel her yek ji Fûad Husên, serok ê dîwan a seroktî ya Herêm a Kurdistanê, Berhem Sailh, cêgir ê dûyem ê sikirtêr ê giştî yê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, Hişyar Zêbarî, wezîr ê Darayî ya Îraqê û Şoriş Hacî, gotebêj ê Bizav a Gorran taybet bi çareserkirin a arîşe yên di navber a Herêm a Kurdistanê û Îraqê civîyam

Ev di demekê de heye, çend caran şand a Herêm a Kurdistanê û Bexda bo çareserkirin a arîşe yên di navber a herdû alîyan de kom bûne û gelek hewl ên hindûrî û derekî heye rêkkevtinê li ser nakokîyan, lê heya niha hewl bê encam bûne.