Dîdar ên Mela Mistefa di pîşangehek a nêvdewletî de

Kobend dîdar ên Mela Mistefa Barzanî, li gel mêdya yên cîhanî li pêşangeh a pertûkan li Tehranê hat nimayçşkirin.

K24- Hewlêr

Kobend dîdar ên Mela Mistefa Barzanî, li gel mêdya yên cîhanî li pêşangeh a pertûkan li Tehranê hat nimayçşkirin.

Ajans a  Nûçe ya Mihr a Îranî belevkirîye: Pertûk a ( Bertrekî Tofan) ko kobend a dîdar û çavpêkevtin ên rojanmevanî yên Mela Mistefa Barzanîne di navber a sal ên 1945-1979 di pertûkekê a çapkirî de li pîşangeh a nêvdewletî ya Tehranê hat nimayîşkirin.

Di vê pertûkê de ji nivîsîn a nivîskar ê Kurd, Behram Welebegî ye û dezgeh a çap û belvkirin  a Salis erkê çap û belavkirin a wê xistîye di estû yê xwe de. Ev pertûk 900 rûpele, tenê ew çavpêkevtin belavkirîne ku Mela Mistefa Barzanê li gel mêdya yên Ewrûpayî û Emerîkayî encamdayîne û di rojanme yên Îranê jî de hatîne belevkirin.

Mela Mistefa Barzanê, rêber ê bizav a rizgarîxawaz a gel ê Kurd, di cîhanê de wek kesatîyek ê sîyasî û karîger nasîyaye, di jî û xebat a xwe de wek serok ê Partî ya Dîmukrat a Kurdistanê û rêber ê Bizav a rizgarîxwaz a gel ê Kurd, şîya maf ên rewa yên Kurd û doz a wî bi cîhanê re bide nasîn.