Emerçka rêkar ên nû dixe pêşî ya xwe bo berengarbûn a Daişê
Koçk a Sipî ragehand, Obama li gel rawêjkar ên karûbar ê asayîş a neteweyî ya Emerîkayê dê kom bibe û pêngav ên nû bo berengarbûn a Daişê dê bihavêjin.
K24- Hewlêr
Koçk a Sipî ragehand, Obama li gel rawêjkar ên karûbar ê asayîş a neteweyî ya Emerîkayê dê kom bibe û pêngav ên nû bo berengarbûn a Daişê dê bihavêjin.
Di ragehandinekê de Koçk a Sipî, aşker a kir: Evro Barak Obama , serok ê Emerîkayê li gel rawêjkar ên karûbar ên karûbar ên asyîş a neteweyî dê kom bibe û behs a hewl ên supa yê welat ê xwe dike li berengabûn a rêkxistî ya Daişê. Li gor wê ragehandinê, koçka Sipî: Ev pêngav a Obama, nûtirîn kombûn ên bi vî awayî dibe bo girtineber a rêkar ên guncayî bo berengarbûn a rêkxistî ya Daişê.
Ber jî li 14ya Nîsan a burî, Obama, serok ê Emerîkayê li gel ajans saloxvanî ya Emerîkayê (CAA)û rawêjkar ên asayîş a neteweyî kom bibû.