Hevserokê DBPê Kamuran Yuksek hate binçavkirin

Hevserokê Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek hate binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Herêmen Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek hate binçavkirin.

Yuksek îro danê êvarê di çarçoveya lêprsînekê de li bajarê Diyarbekirê navçeya Kayapinarê, dema ji avahiya Navenda Giştî ya DBPyê derdiket, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirina Yuksekî de parêzerên wî nehatine agahdarkirin.

Îfadegirtina Yuksekî li Midûriyeta Ewlekariyê didome.